Serok Barzanî: Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet, yek hêza Pêşmergeyan

Serok Barzanî li Hewlêrê di roja dawî ya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku karê yekem ê xula bê ya Parlamentoya Kurdistanê nivîsandina Destûrê ye.

16 Cotmeh 2024 - 07:33
16 Cotmeh 2024 - 07:33
 0
Serok Barzanî: Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet, yek hêza Pêşmergeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê di roja dawî ya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de mîtîngek saz kir.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di mîtînga li Stadyûma Franso Herîrî de gotarek pêşkeş kir.

Li gorî zanyariyan herî kêm 35 hezar kes tevlî mîtînga Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe de spasiya saziyên PDKyê kir û got:

“Tevî bikaranîna zimanê tund û gotinên ne xweş ên ji aliyê hin partiyan ve, ez spasiya hemû saziyên PDKyê dikim ku nehatine wê asta hinekan dixwest PDKyê bikşînin.”

Serok Barzanî behsa karên kabîneyê jî kir û da zanîn:

“Daxwazên gelê Kurdistanê dê bibin bernameya kabîneya bê.

Ew dê xizmeta zêdetir, ewlehî û sivikkirina barê gelê Kurdistanê pêşkeş bike.

Nabe ku em piştî hilbijartinan vê atmosferê bibînin û ev atmosfer li Kurdistanê bimîne.

Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet, yek hêza Pêşmergeyan, bidawîanîna hevpeymaniya mafya û terorê.

Ya herî girîng jî, bidawîanîna bazirganiya madeyên hişbir û çêkirina wê ku metirsiya herî mezin a li ser paşeroja vî gelî ye û xiyaneta herî mezin a li dijî vî gelî ye.”

"Silav li Kerkûka ku du caran hatiye firotin"

Serok Barzanî di beşeke axavtina xwe de ji xelkê pirsî:

"Hûn dê dengê xwe bidin ên ku Kurdistanê diparêzin an ên ku Kurdistanê difiroşin?"

Serok Barzanî diyar kir ku ew dê piştî hilbijartinan destê biratiyê dirêjî hemû aliyan bikin û got:

“Xwezî dirûşmên partiyên din jî ji bo projeyên baştir, xizmetên baştir, yekîtî û biratiya kûrtir bûna ku bi PDKyê re hevrikiyê bikin.”

Serok Barzanî di beşeke din de amaje bi bûyerên piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û 16ê Çiriya Pêşîna 2017an kir, silav li bajaran kir û got:

"Silav li Kerkûka ku du caran hatiye firotin, silav li Silêmaniyê, li Dihokê, li Hewlêrê."

Serok Barzanî di axaftina xwe de amaje bi aloziyên li Rojhilata Navîn jî kir û rewş wekî hestiyar bi nav kir û got:

“Em bi Bexdayê re li ser xetê ne ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji vî agirî dûr bixin.”

Serok Barzanî her wiha behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û tekezî li ser wê yekê kir ku bi pabendbûna bi destûr û rêkeftinan dê pirsgirêk werin çareserkirin.

20ê mehê dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin kirin.

Roja dawî ya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye

 

Ev nûçe bi tevahî 452 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:37:50