Serokê Serfermandar: Çek Pêşmergê re dimîne

Serokê Serfermandar a Kurdistan Ferîq Cemîl Emînkî ragihand ku, piştgiriya çekan a Koalîsyona Navnetewî jibo Pêşmerge wê berdewam bike û sala bê DYA tabûra Pêşmerge a 2. ku bête avakirin wê perwerdehiya çekan de derbas bike.

20 Tîrmeh 2017 - 06:30
20 Tîrmeh 2017 - 06:30
 0
Serokê Serfermandar: Çek Pêşmergê re dimîne

Emînkî axaftina xwe de dibêje ku hinek derdor tîne ziman ku piştî tunekirina DAÎŞ\'ê ew çekên ku didestê Hêzên Pêşmergê dane wê bêne standin gotinên bê bingehin. Sala 1991\'an heya niha didestê Hêzên Pêşmergê da ev çekên giran hene û ev îddîa tucar nabe mijara gotinê jî.

Emînkî wiha devama axaftina xwe dike: Pêşmerge ev çek bi buhayê xwîna xwe xistiye dest, tu kes van çekan jibo karek vala nade destê Pêşmerge. Şerê lihember DAÎŞ\'ê da ev çek destê Pêşmergê da bû, ev çek wê hertim bimîne ba Pêşmerge û tu kes van sîleha destê Pêşmergê de nastîne.

Ev nûçe bi tevahî 1367 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:06:20