Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir

16 Gulan 2026 - 14:21
16 Gulan 2026 - 14:21
 0
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir

Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran li gel endama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê û Cîhgira Serokê Giştî yê PSKyê Selva Baksî, roja 16.05.2026ê, li Amedê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Rifat Sefali, Vahît Aba û rêvebirên PWKyê pêşwazîya heyeta Yekîtîya Jinên Kurdistanê kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo seredanê spasîya Seyran Dûran û Selva Baksî kir. Seyran Dûran û Selva Baksî jî ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PWKyê kirin.

Di hevdîtinê de, Seyran Dûran di derbarê xebat û projeyên Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê de agahdarîyên berfireh da.

Heyeta PWKyê jî ji ber xebatên wan, Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê pîroz kirin û di doza mafên jinan û doza azadîya Kurdistanê de wek xebatên hêja û dilsoz nirxandin.

Herweha herdu heyetan di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên li dîasporayê de bîr û rayên xwe pêşkêşî hevdu kirin.

Herdu heyetan pêwîstî û girîngîya lihevxwedîderketin, diyalog, piştgirî û hevkarîyên di navbera partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û dezgehên jinên Kurdistanî de anîn zimên.

Hevdîtina Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran û en endama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê û Cîhgira Serokê Giştî yê PSKyê Selva Baksî ya li gel heyeta PWKyê, di atmosfereke dostane, germ û berhemdar de derbas bû.

 

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 106 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:44:08