DEM Partî: Hevdîtinên MÎT û Qendîlê rast in lê agahiyên me kêm in
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogulları, nûçeyên derbarê hevdîtinên navbera Teşkilata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de piştrast kirin. Herwiha li gorî çapemeniya Tirkiyeyê, tê çaverêkirin ku PKK di nava çend rojan de nexşerêya xwe ya ji bo çekdanînê pêşkêş bike.

Tulay Hatimogullari derbarê îdiayên ku di medyaya Tirkiyeyê de ku hevdîtinên di navbera MÎT û rayedarên Qendîlê de got: "Rast e hevdîtin hene, lê agahiyên me yên pir li ser naveroka wan civîn û hevdîtinan tune ne. Pêvajoya aştiyê bi sistî bi rêve diçe û em nizanin ka ev civîn dê vê sistiyê ji holê rakin an na."
Li aliyê din, rojnameyên nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê ragihandin ku şandeyeke MÎTê bi rayedarên PKKê yên li Qendîlê re di peywendiyê de ne. MÎTê daxwaz ji PKKê kiriye ku di nava çend rojan de nexşerê, plan û daxwazên xwe yên ji bo çekdanînê û vegera endamên xwe radestî hikûmetê bike.
Tê çaverêkirin ku piştî ku ev nexşerê gihîşt destê hikûmetê, daxwazên her du aliyan werin berawirdkirin û biryareke hevpar li ser pêvajoya aştiyê û çekdanînê were dayîn.
Ev pêvajoya nû di Cotmeha 2024an de bi destpêşxeriya Serokê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiribû. Bahçelî bang li Abdullah Öcalan kiribû ku bangewaziya hilweşandina PKKê bike.
Di qonaxên piştre de, roja 27ê Sibata 2025an: Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir daku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî were anîn û PKK were hilweşandin. 5ê Gulana 2025an jî, PKKê di Kongreya xwe ya 12emîn de biryara dawîanîna li hebûna xwe ya rêxistinî da û dest bi qonaxa çekdanînê kir.
Nûvekirina herî dawî: 01:17:02







































































































































































