Serokê Azerbaycanê, Nêçîrvan Barzanî vedixwîne Bakuyê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya. Serokê Azerbaycanê, Nêçîrvan Barzanî vexwende Bakuyê û diyar kir ku ew dê hewl bidin li Hewlêrê konsulxaneyekê vekin.
Îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an, di duyemîn roja Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya Almanyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê got, “Her du aliyan daxwaza xwe ya hevbeş ji bo berfirekirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Azerbaycanê de kirin ku bi awayekî zêdetir danûstandinên bazirganî û serdanên di navbera her du aliyan de pêş bikeve.”
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ragihand ku ew li ser vekirina konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê dixebitin û bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwendiye ku serdana Bakuyê bike.
Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê
Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya îsal de şerê Rûsya û Ukraynayê, peywendiyên di navbera Rojava û Çînê de, dabînkirina enerjî û ewlehiyê, ewlehiya xorakê, berfirehkirina hevpeymaniya NATOyê, peydakirina çîpan, lêçûnên parastinê, qeyranên keşûhewayê, rêziknameya teknolojiyê û ewlehiya sîber were nîqaşkirin.
Konferansa ku wê îsal cara 59emîn bê lidarxistin û wê heta 19ê Sibatê bidome, wê li Otela Bayerischer Hof a Munchenê bê lidarxistin.
Îsal zêdetirî 40 serokên hikûmet û dewletan û nêzî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdarî konferansê bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Polandê Andrzej Duda, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî di nav de zêdetirî 40 serokên dewlet û hikûmetan û herwiha nêzîkî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdar dibin.
Nûvekirina herî dawî: 04:32:41