Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê danûstandinan li ser dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa ewlehiyê ya Îraqê bi giştî dikin û tekezê li ser giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê û asayîkirina rewşa wê deverê dikin.

11 Tîrmeh 2024 - 15:15
11 Tîrmeh 2024 - 15:15
 0
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro  pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî kir.

Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa ewlehiyê ya Îraqê bi giştî li hev guhertin, herwesa tekez li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ji bo rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û parastina ewlehî û seqamgiriya deverên sinorî kir.

Di tewerekî din wê civînê de, her du alî li ser giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê û asayîkrina rewşa wê deverê hevnerîn bûn.

Ev nûçe bi tevahî 542 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:36:55