Serok Barzanî: Endam û kadroyên PDKê bi xweragiriya xwe bûne hêviyên gelê Kurd
Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Tîrmehê bi beşek ji astên cuda yên rêxistina liq û navçeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya.

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Barzanî di civînê de spasiya ked û xebat xebata endam û kadroyên PDKê kir ku di qonaxên curbicur de bi xweragiriya xwe, bûne hêviyên gelê Kurd.
Serok Barzanî amaje bi dîroka PDK'ê kir û tekezî li ser wê yekê ku PDK ji bo vejandina hêvî û xwebaweriya gelê Kurd dirust bûye û amûrek e ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê ye û her dema PDKê bihêz bûbe, Kurdistanê jî bihêz bûye.
Serok Barzanî di beşeke din gotara xwe de, ronahî xiste ser serdana xwe ya hefteya borî bo Bexdayê û hokarên serdan û hevdîtinên xwe yên bi aliyên Iraqî re eşkere kirin.
Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî derbarê rewşa rêxistinên navxwe yên PDKê de ronî û rênimayiyên pêwîst ji beşdaran re pêşkêşî kirin.
Nûvekirina herî dawî: 01:37:32