Serokwezir Barzanî ligel çendîn serok û serkirdeyên cîhanê hevdîtin kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 19ê Çileyê, di çarçoveya çalakiyên Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê, beşdarî xwarinekê bû ku ji aliyê rojnameya bi nav û deng a Amerîkî Washington Post ve hatibû rêkxistin.

20 Çile 2023 - 02:36
20 Çile 2023 - 02:36
 0
Serokwezir Barzanî ligel çendîn serok û serkirdeyên cîhanê hevdîtin kirin

Çendîn serok, serokwezîr, wezîrên Ewropa û Rojhilata Navîn û kongresman û senatorên Amerîkî û çendîn kesayet û karsaz û bazirganên mezin ên cîhanê di xwarinê de beşdar bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel çendîn serok û serkirdeyên beşdar gotûbêj kir, di nav wan de; Serokê Latvia Egils Levits, Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis, Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê Klaus Schwab, Wezîrê Derve yê Pakistanê Bîlawal Boto Zerdarî û çendîn wezîrên Ewropî û kongresman û senatorên Amerîkî û serokên kompaniyên mezin ên cîhanê.

25454353243223432423422343242342423434324324324324243223424324243243243242

Ev nûçe bi tevahî 951 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:26:56