Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Îmaratê re civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratên Erebî yên Yekgirtî pêdivîtiya zêdetir pêşxistina têkiliyan di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda cuda de tekez kir.

4 Sibat 2026 - 11:22
4 Sibat 2026 - 11:22
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Îmaratê re civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) danê êvarê li bajarê Ebûzebiyê bi Serokê Îmaratên Erebî yên Yekgirtî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehiyan re civiya.

Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratên Erebî yên Yekgirtî de di warên cuda cuda de kir.

Tewerekê din ê nîqaşan girêdayî vekolana rewşa giştî ya Iraqê û guhertinên dawiyê yên Sûriye û deverê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:53:20