Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vedike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vedike, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye.

7 Cotmeh 2024 - 07:19
7 Cotmeh 2024 - 07:19
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vedike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro seet 11:00 ê sibehê li Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vedike, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye.

Birêveberê Giştî yê Weberhênanê li Parêzgeha Dihokê Dr. Heval Sidîq ji K24ê re ragehand, “Kavîn Farm li ser astê Herêma Kurdistanê mezintirîn pirojeya candarî û spiyatî ye, ku bi gojimê 40 milyon dolaran hatiye bicihanîn.”

Birêveberê Giştî yê Weberhênanê li Parêzgeha Dihokê amaje jî da, “Rûberê vê pirojeyê hezar donem e û du hezar û 500 derfetên karî peyda dike.”

Dr. Heval Sidîq eşkere jî kir, “Ji ber bicihanîna vê pirojeyê, berhemê spiyatî yê navxwe cihê berhemê biyanî digire û dikare heta rêjeyeke zêde pêdivîtiyên sûkê pir bike.”

 

Ev nûçe bi tevahî 741 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:55:57