Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Mamoste Ezîz Gerdî rewşenbîrekî mezin bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Dr. Ezîz Gerdî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê kir.

7 Hezîran 2022 - 04:27
7 Hezîran 2022 - 04:27
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Mamoste Ezîz Gerdî rewşenbîrekî mezin bû

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Min bi xemgîniyeke mezin ve agahiya koça dawî ya nivîskar û wergêrê navdar ê Kurdistanê Dr. Ezîz Gerdî bihîst. Mamoste Ezîz Gerdî rewşenbîrê mezin û bi şiyan û xwedî kesayetiyekî bihêz û xoşewîst û rêzdar ê Kurdistanê bû, hemû temenê xwe bi nivîsandin û lêkolîn û werger û xizmetkirina edebiyat û rewşenbîriya Kurdî bexşand.

Ez sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr digihînim malbata wî ya birêz û nivîskar û rewşebîrên Kurdistamê û ez hevbeşê xemgîniya wan im.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bibexşîne hemûyan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Ev nûçe bi tevahî 913 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:21:11