Serokwezîr Mesrûr Barzanî mêvanên Kupaya Kendavê vedixwîne Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de mêvanên Kupaya Kendavê vexwende Herêma Kurdistanê û ragihand: “Ez gelek kêfxweş û bextewar im ku Besraya Feyha hembêza xwe ji bo şampiyoniya Kupaya Kendavê vedike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di rêzetwîtekê de kêfxweşiya xwe li ser birêveçûna Kupaya Kendavê nîşan da û ragihand, "Ez ji dil ve bixêrhatina hemû beşdarên wê şampiyoniyê û mêvanên xoşewîst dikim ku ji welatên Erebî berê xwe dane Besrayê.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li xelkê Besra û hemû Iraqiyan kiriye ji ber birêveçûna vê şampiyoniyê, bi taybetî ku Iraq demeke dirêj bû ji mêvandariya şampiyoniyên wisa dûr ketibû û got: ““Ez gelek kêfxweş û bextewar im ku Besraya Feyha hembêza xwe ji bo şampiyoniya Kupaya Kendavê vedike.”
Di peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Cihê kêfxweşiyê ye ku ez mêvanên xoşewîst ên vê şampiyoniyê yên xwişk û birayên Ereb vexwînim, ku derfeta wan hebe serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Nûvekirina herî dawî: 10:20:42