Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 14ê Îlonê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsya yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rubîn kir.

15 Îlon 2022 - 03:19
15 Îlon 2022 - 03:19
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, mijareke din a gotûbêjê bû.

Ev nûçe bi tevahî 373 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:18:22