Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Zeyya Malik Îsmaîl dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbat û kesûkarên kesayetiyê naskirî yê Aşûrî Zeyya Malik Îsmaîl Yaqo re xwest.

16 Mijdar 2024 - 12:47
16 Mijdar 2024 - 12:47
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Zeyya Malik Îsmaîl dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji ber koça dawiyê ya kesayetiyê naskirî yê Aşûrî Zeyya Malik Îsmaîl Yaqo belav kir û tê de got: “Ez ji malbat, xizm û hevalên wî re sersaxiyê dixwazim.”

Di beşeke din a vê peyamê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya xwast, “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebrê û aramiyê bide malbata wî”.

Ev nûçe bi tevahî 467 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:05:31