Nêçîrvan Barzanî: Em tekezî li ser yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de dikin
Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima derçûna qonaxa çaremîn a perwerdeya efserî ya li Koleja Leşkerî ya Qelaçolan de ragihand: “Îro rojeke taybet e ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku em berhema hewlên mezin ên derçû û mamostayan dibînin. Ez gelek dilxweş im ku dibînim ku 769 ciwanên welatê me ji vê zanîngeha jêhatî bi hêz û karînên nû, bi zanist û dîsplîna leşkerî derdiçin.”
Herwiha got: “Tiştê xweşbîn ew e ku 48 kes ji van derçûyan, jin in û piştî 9 mehan xwendin û perwerdeyê, dê bi pileya serbazî Milazim derbiçin û xwîneke nû bidin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Daxwaza we ya tevlîbûna koleja leşkerî piştî qedandina zanîngehê, nîşana dilsoziya we û hesta kûr a berpirsiyariya neteweyî ye.”
Herwiha got: “Di dirêjahiya dîroka têkoşîna gelê me de, jinên Kurd îsbat kirine ku di avakirina welat û parastina xaka welat de, hevparê sereke û bi bandor in.”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, “Pêşmerge ji roja damezrandina xwe ve, her tim bûye mertalek bihêz bo parastina Kurdistanê û destkeftên wê.”
Got jî: “Em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku divê Pêşmerge û hêzên me yên çekdar, pêwîst re di saziyeke serbixwe û neteweyî û pîşeyî de bin. Herwiha divê ji her cure nakokiyên siyasî û partîtî dûr bin. Ev hêz girêdayî welat û gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bin.”
Nêçîrvan Barzanî got amaje bi wê kir: “Pêşmerge beşeke giring a sîstema berevaniya Iraqê ye, ji ber wê jî erkê Iraqê ye ku bi her awayî piştevaniya bihêzkirina Pêşmerge bike.”
Herwiha got: “Em bi cidî kar dikin bo bihêzkirina karîn û şiyanên Pêşmerge, da ku bi baştirîn şêwe rûbirûyê kêşeyan bibin.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û hêzên me îspat kirin ku di şerê li dijî terorîstan û DAIŞê de, di asta berpirsyarî û dîrokî de bûn.”
Herwiha got: “Em tekezî li ser berdewamî, hemahengî û hevkariya hevbeş di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan de dikin. Em spasiya hêzên hevpeymanan dikin ji bo çaksazî û yekxistina Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, da ku bibin hêzeke niştimanî û destkeftên Herêma Kurdistanê biparêzin.”
Nûvekirina herî dawî: 06:54:24