Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqîna Stenbolê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî teqîna Stenbolê şermezar kir û sersaxî li malbatên qurbaniyên vê bûyerê kir.

14 Mijdar 2022 - 02:42
14 Mijdar 2022 - 02:42
 0
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqîna Stenbolê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Mijdara 2022an peyamek li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Bi tundî wê teqîna tirsonekî ya Stenbolê şermezar dikim. Sersaxiyê li hikûmet û gelê Tirkiyê û kesûkarên qurbaniyan dikim.’’

Îro ber bi êvarê ve teqînek li Beyoglu ya Stenbolê li kolana Îstiqlal pêk hat û li gor amarên fermî 6 kesan canê xwe ji dest dan, 81 kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di peyamekê de soza cezakirina tawanbarên êrîşê da û di heman demê de diyar kiribû ku agahiyên destpêkê diyar dikin ku rola jinekê di teqînê de heye.

Erdogan got jî: “Di teqînê de gumana terorê heye.”

Heta niha ti kesî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Ev nûçe bi tevahî 467 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:01:27