Serokwezîrê Iraqê: Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê rastî zilmê hatiye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de got: “Em îro li vir li ser xakeke radiwestin ku dîroka gelê Kurd dîtiye”. Got jî: “Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî zilmê hatiye û gelek qurbanî dane.”

11 Gulan 2023 - 07:58
11 Gulan 2023 - 07:58
 0
Serokwezîrê Iraqê: Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê rastî zilmê hatiye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotarekê de got: “Hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê rûbirûyê dagîrkerî û tawanên rêjîma Beis bûne û îsbat kirine ku gelên Iraqê û hemû pêkhate, rûreşî û zulmê qebûl nakin.”

Serokwezîrê Iraqê got jî: “Gelê Kurd tevî birayên xwe yên din ên Iraqê bi dehan salan ji van çiyayên serbilind, rûbirûyê zilmê bûne.”

Sûdanî behsa Mela Mistafa Barzanî kir û got: “Yek ji wan kesên ku em îro bi bîr tînin, rêberê dîrokî yê netewî Mela Mistefa Barzanî ye. Qurbaniyên wî bûne, bûne sedema serkeftina Iraqê li ser zulm û dagîrkeriyê û di diyarkirina çarenivîsa gelê Iraqê de.”

Ev nûçe bi tevahî 872 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:25:24