Serokwezîr'ê Almanî: Herêmê da hevkarê herî bibawer Kurdin

Wezîrê Derve yê berê û Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê Joschka Ficher di axaftina xwe de ragihand ku Kurdan îspata serxwebûna Kurdistanê têkoşîna li hember DAÎŞ'ê da nîşanê hemu cîhanê da.

25 Tîrmeh 2017 - 06:38
25 Tîrmeh 2017 - 06:38
 0
Serokwezîr'ê Almanî: Herêmê da hevkarê herî bibawer Kurdin


Wezîrê Derve yê berê û Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê Joschka Ficher di hevpeyvîna xwe ya Euronewsê de ragihand ku îspata Serxwebûna Kurdistanê tekoşîna Kurdan a bi rêxistina terorîst a DAIŞê re ye.

Joschka Ficher di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yek ji sedema bingehîn a aştî û ewlehiyê nêzîkbûna welatên herêmê ya Kurdan e. Kurdan xwe îspat kir. Divê Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq di pirsgirêka kurdan de baldar bin."

Ficher di dirêjiya axaftina xwe de got: "Digel ku Kurd ne dewlet in jî bi tekoşîneke qahremanî ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê hêza xwe ya dewletbûnê şanî hemû dinyayê dan. Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e. Bi van deskeftiyan Kurd hem ji hêla siyasî û hem jî ji hêla hêza leşkerî ber bi serxwebûnê ve dimeşin."

Ev nûçe bi tevahî 1457 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:19:25