Serokêwezîr Barzani êrîşa bajarê Manchester şermezar kir
Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê, peqîna terorîstiya şeva borî li bajarê Manchester li Birîtaniyayê şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi peyamekê, peqîna terorîstiya şeva borî li bajarê Manchester li Birîtaniyayê şermezar dike û ji malbatên qurbaniyan û hikûmeta Birîtaniyayê re sersaxiyê dixwaz e.
Ev jî teksta peyama sersaxiyê:
Ez, êrîşa terorîstiya şeva borî ku konserteke hunerî li bajarê Manchester li Birîtaniyayê kire armanc û têde hijmareke hevwelatiyên sivî jiyna xwe ji dest de û hijmarek jî birîndar bûn, şermezar dikim. Ji malbat û kesûkarên qurbaniyan û hikûmeta Birîtaniyayê re sersaxiyê dixwaz im, hevxem û piştevanê wan im, ji birîdaran re selametiyê dixwaz im.
Dubarebûna kiryarên terorîstî li bajar û deverên cudayên cîhanê, wê yekê ji me re dibêje ku divê karvedanên bihêztir li dijî teror û terorîstan hebe û ji bona nehêlana hizir û fikra teror û şidetxwaziyê pêwîste li ser asta navdewletî karkirineke berfirehtir hebe.
Hêvîdar im Birîtaniya û cîhan jî tawanên bi vî awayî careke din nebînin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
23.05.2017
Nûvekirina herî dawî: 19:15:24