Şeybanî: Tirkiye û Amerîkayê li ser HSDyê li hev kir
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî da zanîn ku birêvebiriya Şamê dev ji "siyaseta blokan" berdaye.
Şeybanî behsa paşxaneya serdana Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer a Koşka Spî kir û ragihand ku Tirkiye û Amerîka di dîrokê de cara yekem li ser mijara HSDyê li hev kiriye.
Şeybanî her wiha eşkere kir ku ew bi Enqereyê re li ser "mekanîzmaya efûyê" ya ji bo endamên HSDyê dixebitin.
Di beşa duyem a hevpeyvîna ku di kovara Al Majalla ya Erebistana Siûdî de hat weşandin, Eshed Şeybanî, pêngavên dîplomatîk ên ku dawî li tenêtiya welatê wî ya bi salan anîne, hevkariya nû ya bi Amerîkayê re û dan û standinên hestyar ên bi Tirkiyeyê re bi zelalî rave kirin.
Şeybanî, vîzyona nû ya siyaseta derve ya Şamê ku ji eksena Rûsya-Îranê ber bi xeta Kendav-Tirkiye-Amerîkayê ve diçe, bi van gotinan anîn ziman:
"Em wekî anteneke televîzyonê ya kevn in ku li sînyalê digere; berjewendiya me li ku be em berê xwe didin wir."
Beşa herî krîtîk a hevpeyvînê plana nû ya çareseriyê bû ku li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û dilgiraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hatiye avakirin.
"Tirkiye û Amerîka cara yekem di heman xetê de ne"
Şeybanî diyar kir ku nakokiya di navbera Washington û Enqereyê de ya ji bo çareserkirina rewşa bakurrojhilatê Sûriyeyê ku bi salan e didome, bi dawî bûye.
Şeybanî destnîşan kir ku di lûtkeya meha Gulanê ya li Riyadê de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Şazadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman, ji bo Sûriyeyê ji Serokê Amerîkayê Trump re bûne "kefîl" û vê yekê hevkêşeya li qadê guhertiye.
Şeybanî got, "Rêkeftina ku bi HSDyê re hatiye kirin xwedî piştgiriyeke xurt a Amerîkayê ye.
Tirkiye û Amerîka di vê mijarê de her tim nakokî dijiyan lê cara yekem li ser zemîneke hevpar gihîştin hev.
Nêzîkatiya me bi temamî rasyonel bû. Me dilgiraniya Washingtonê ya 'Em dê çawa bi vê sîstema nû re têkiliyê deynin?' çareser kir."
"Me her tişt pêşkêşî HSDyê kir, bi Enqereyê re li ser efûyê diaxivin"
Wezîr Şeybanî diyar kir ku ew di mijara entegrasyona HSDyê ya li ser dewleta Sûriyeyê de ji her demê zêdetir bi pêş ve çûne û hûrgiliyên pêşniyara li ser maseyê û dîplomasiya deriyê paş a bi Tirkiyeyê re wiha anî ziman:
"Me her tiştê ku dikare were pêşkêşkirin pêşkêşî HSDyê kir. Me rêkeftinek pêşniyar kir: Rêzgirtina hevbeş, baweriya bi birêveberiya hevpar, pabendbûna eşkere ya bi mafên Kurdan...
Heta em bi Tirkiyeyê re navbeynkariyê dikin. Di nav HSDyê de hinek kes hene ku makamên Tirk li wan digerin; lê em bi Enqereyê re dixebitin da ku efûyê derxin.
Em tawîz û hêsankariyên herî zêde pêşkêş dikin; çi pêwîst be em amade ne bikin. Em naxwazin di vê meselê de asê bimînin.
Eger rejîma berê, ji pêncan yekê tiştê ku me îro pêşkêş kiriye pêşkêş bikira, HSDyê qebûl dikir."
"Em dê rê nedin senaryoya nû ya Efxanistanê"
Şeybanî bal kişand ser valahiya desthilatê ya ku di egera vekişîna Amerîkayê ya ji herêmê de çêbibe û diyar kir ku HSD dê bibe xwedî statuyeke yasayî û bibe beşek ji artêşê.
Wezîr Şeybanî anî ziman ku ev plan ji aliyê Amerîkayê ve jî tê piştgirîkirin û got:
"Me nêzîkatiyek pêş xist ku ne hewce dike HSD bê terikandin û ne jî di valahiyeke yasayî-siyasî de bê hiştin.
Ji bo ku em ji senaryoyeke din a Efxanistanê dûr bikevin, em garantiyên zelal pêşkêş dikin.
Eger Amerîka biryar bide ku bimîne, ev pêkhate dê bi hikûmeta Sûriyeyê re di nav kordînasyonê de be.
Eger biryara vekişînê bide, ev dê di nav aştiyê de be. Em dihêlin ku Washington bikaribe bibêje 'Me hevpeymanê xwe terk nekir, me entegre kir'."
Rêya ku diçe Koşka Spî û rola Erdogan
Şeybanî paşxaneya hevdîtina dîrokî ya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ya li Ofîsa Oval jî parve kir.
Wezîr diyar kir ku mîmarên pêvajoyê Riyad û Enqere ne û wuha pê de çû:
"Dema Serokkomar Şer bi Trump re civiya ez li wir bûm; Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî bi telefonê beşdar bû.
Peyam zelal bû: Ji bo Sûriyeyê garantî dihat dayîn. Mîr Selman û Serokkomar Erdogan, Trump teşwîq kir ku sizayan rake.
Pêwendiyên Trump ên gelekî xurt bi Tirkiye û Erebistana Siûdî re hene û vê yekê têgihiştina wî ya li ser Sûriyeyê baştir kir."
Resteke zelal ji bo Îsraîlê: "Vekişîn tune be îmze jî tune"
Di hevpeyvînê de Şeybanî behsa rêkeftineke gengaz a bi Îsraîlê re jî kir û tekez kir ku ew dê ji prensîba "erd li hemberî aştiyê" tawîzê nedin.
Şeybanî destnîşan kir ku vekişîna li ser xeta 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an "mijara pazariyê nîne" û got:
"Di vê mijarê de soza Amerîkayê heye lê bêyî vekişînê em dê îmzeyê li bin ti rêkeftinê nedin. Ne mimkûn e ku em li ser axa nûdagirkirî rêkeftinekê îmze bikin.
Em red dikin ku çarçoveya 1974an bi temamî were terikandin û rêkeftineke nû were kirin.
Her qelsiyeke ewlehiyê ya li başûr, ji hikûmeta Sûriyeyê re tê fatûrekirin, ne ji kesekî din re. Em amade ne ku vê berpirsyariyê bigirin ser xwe."
"Em wekî anteneke ku li sînyalê digere ne"
Di dawiya hevpeyvînê de Şeybanî guherîna eksenê ya di siyaseta derve ya Sûriyeyê de nirxand û diyar kir ku welatê wî êdî baweriyê bi blokên hişk nayîne, li şûna vê balê dikişîne ser berjewendiyên niştimanî û gotinên xwe wiha temam kirin:
"Em baweriyê bi fikra 'blokê' nayînin. Em wekî anteneke televîzyonê ya kevn in ku li sînyalê digere; berjewendiyên Sûriyeyê li ku bin em berê xwe didin wir.
Eger em bi Amerîkayê re li hev bikin Rûsya hilnaweşe. Eger em bi Rûsyayê re li hev bikin Ukrayna nakeve.
Em aramiya rasteqîn û piştgiriya aborî li ku bibînin, rêya me li wî alî vedigere."
Nûvekirina herî dawî: 09:15:01