Sirri Sakik serkeftina DEM Partiyê li Agiriyê ragihand

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li wê parêzgehê serkeftina partiya xwe ya di hilbijartinên şaredariyan de ragihand.

31 Adar 2024 - 18:05
31 Adar 2024 - 18:05
 0
Sirri Sakik serkeftina DEM Partiyê li Agiriyê ragihand

Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk çû ser sindoqan.

Li bajarê Agiriyê rikeberiyeke tund di navbera namzedên AK Partî û DEM Partiyê de hebû.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê derbarê encamên Agiriyê de daxuyanî da.

Sirri Sakkik bêyî ku amaran bide got, “Spas Agirî, ev serkeftin a hemû xelkê Agiriyê ye.”

DEM Partiyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş wekî namzed ji bo şaredariya Agiriyê nîşan dabûn.

Ev nûçe bi tevahî 312 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:01:56