Siûdiye û Behrênê Qasim Suleymanî xiste lîsta terorê

Her yek ji Siûdiye û Behrênê, Fermandarê Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî xistin lîsta terorê.

24 Cotmeh 2018 - 04:54
24 Cotmeh 2018 - 04:54
 0
Siûdiye û Behrênê Qasim Suleymanî xiste lîsta terorê

Ajansa fermî ya Siûdiyê (spa) belav kir, Siûdiye û Behrênê her yek ji Qasim Suleymanî û her du efserên din Hamid Ebdilahî û Ebdilriza Şehlay û Supaya Pasdaran xistin lîsta terorê.

Di sala 2011an de Wezareta Gencîneya Amerîka bi bihaneya ku Hamid Ebdilahî û Ebdilriza Şehlay destê wan di plana terorkirina Balyozê Siûdiyê li Amerîka Adil Cubêr de hene, siza danîbû ser her duyan.

Ev nûçe bi tevahî 1500 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:17:23