Serokwezîr Barzanî di demek nêzîk de diçe Brûkselê

Dîplomatekî Yekitiya Ewropa ragihand, Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di demek nêzîk de serdana Brûkselê bike.

23 Cotmeh 2018 - 14:48
23 Cotmeh 2018 - 14:48
 0
Serokwezîr Barzanî di demek nêzîk de diçe Brûkselê

Balyozê Yekitiya Ewropa li Iraqê Ramon Bleuca, ku beşdarî konferana ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ve li Hewlêrê tê lidarxistin, bibû, ji K24 re got, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekitiya Ewropa gelekî baş in û roj bi roj jî baştir dibin.

Ramon Bleuca kêfxweşiya xwe bi başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê anî ziman û got, em jî dixwazin her du alî zêdetir bi hev bawer bikin.

Wî dîplomatê Yekitiya Ewropa da zanîn, di demek nêzîk de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê serdana Brûkselê bike û bi rayedarên Yekitiya Ewropa re hevdîtin bike.

Ev nûçe bi tevahî 968 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:09:57