SOHR: Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi zeviyên Kobaniyê ket

Droneke Tirkiyeyê gundên Kulteb û Bexdikê yên Kobaniyê bombebaran kir û di encamê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

29 Hezîran 2024 - 08:47
29 Hezîran 2024 - 08:47
 0
SOHR: Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi zeviyên Kobaniyê ket

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn derketine.

Li gorî SOHRê, piştî wan şer û pevçûnê droneke Tirkiyeyê herêma navbera her du gundên Kulteb û Bexdikê li Kobaniyê bombebaran kirin.

SOHRê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî bombebaranê agir bi zeviyên çandiyê yên her du gundan ket.

 

Ev nûçe bi tevahî 590 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:18:48