Sûdanî û Tom Barrack civiyan
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack civiyan.
Di civînê de behsa rêgirtina li aloziya zêdetir a li herêmê û rola Îraqê ya di piştgiriya Sûriyeyê de hat kirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê li ser civîna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser rêyên pratîkî gotûbêj kir ku Îraq bi rêya wan karibe piştgiriya aramiya Sûriyeyê û ewlehiya wê û başkirina rewşa aborî ya wî welatî bidomîne.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragihand, di wê civînê de wan her du berpirsên Amerîka û Îraqê li ser rêgirtina li her rageşiyeke din ku li herêmê rû bide û piştgirîkirina rêyên dîplomatîk ji bo çareserkirina nakokiyan nêrînên xwe parve kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Tom Barrack tekezî li ser wê rola avaker kir ku Îraq dikare ji bo bidestxistina armancên wan ên hevbeş bilîze.
Piştî ku 23yê Gulana îsal wekî Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê dest bi kar kir ev cara yekem e ku Tom Barrack serdana Îraqê dike.
Tom Barrack di heman demê de Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê ye jî.
Nûvekirina herî dawî: 13:09:58