Sûriye: HSDyê li Bendava Tişrînê 2 leşkerên me kuştin

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encamê de 2 leşkerên me hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.”

30 Cotmeh 2025 - 10:29
30 Cotmeh 2025 - 10:29
 0
Sûriye: HSDyê li Bendava Tişrînê 2 leşkerên me kuştin

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) re ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xaleke artêşa Sûriyeyê ya li derdora Bendava Tişrînê bombebaran kiriye û got:

"Hêzên HSDyê careke din hemû lihevkirin û rêkeftinên berê red dikin û bi rêya armanckirina xalên artêşê û kuştina endamên wê, hemûyan piştguh dixin."

Ev alozî di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de çend car in ducare dibin.

Ev yek di demekê de ye ku HSD di qonaxa yekbûnê ya bi artêşa Sûriyeyê re de ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:05:42