Şêwirmendê kevn a Serokê Ermenîstan: Ger Kurd zuda bibana xwedî dewlet

Serokê Partiya Demokratîk ya Ermenistanê Aram Pêtrosiyan dibêje, biryara encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê karekî rast e, diviya zûtir dewleta Kurdan hebûya.

1 Tebax 2017 - 08:42
1 Tebax 2017 - 08:42
 0
Şêwirmendê kevn a Serokê Ermenîstan: Ger Kurd zuda bibana xwedî dewlet

Aram Pêtrosiyan, ku şêwirmendê berê yê serokê Ermenistanê ye jî, ji televîzyona K24 re li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê axivî û got, mafê kurdan heye qedera xwe diyar bikin û biryara encamdana referandomê jî di cih de ye, heta eger hinek dewlet li dijî wê jî derkevin.

Pêtrosiyan her wiha got, diviya zûtir dewleta kurdan hebûye. Divê kurd bo avakirina dewleta xwe bixebitin.

Wî siyasetmedarê Ermenî anî ziman, yên ku dibêjin serxwebûna Kurdistanê dê bibe sebeba alozbûna Rojhilata Navîn, xelet hizir dikin û got, gelê Kurdistanê li ser xaka xwe dijîn û dixwazin bibin xwedan dewleta xwe.

Aram Pêtrosiyan behsa yekitiya kurdan jî kir û got, yekdengî û yekrêziya kurdan û partiyên siyasî yên Kurdistanê dê serkeftina kurdan di serxwebûnê de garantî bike.

Ev nûçe bi tevahî 1064 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:58:27