Televîzyona Amerîkî nexşeya Iraq'ê de Kurdistan cuda kir

Kenala Fox News'a Amerîkî nûçeyên xwe de Herêma Kurdistan ji İraq'ê herêmek cuda da nîşan.

14 Tebax 2017 - 06:26
14 Tebax 2017 - 06:26
 0
Televîzyona Amerîkî nexşeya Iraq'ê de Kurdistan cuda kir

Televîzyona Fox News' a Amerîka'yê , di nûçe û raportên xwe yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê de, nexşeya Kurdistanê ji Iraqê cuda dike.

Di nexşeya wê televîzyonê de, nexşeya Iraqê bûye du beş; beşek Kurdistan e ya din jî Iraq e.

Li gorî wê nexşeyê, Kurdistan ji parêzgehên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Kerkûkê dest pê dike heta digihê Zûmar, Şingal û ji wir jî digihê Xeneqîn, Celewla.

Medyaya Amerîkî di demekî de van nexşe û raportan belav dikin ku siyaseta fermî ya Amerîka behsa yekparçebûna Iraqê dike.

Çavdêrên siyasî dibêjin, medyaya Amerîka bi belavkirina wan raport û nexşeyan zemîneya serxwebûna Kurdistanê amade dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1357 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:33