Tirkiye bi topên obusan êrîşî çeperên YPGê yên Efrînê kir

Tirkiye bi topên obusan êrîş bir ser çeperên YPGê yên gundewarên Efrînê û YPGê jî bi topên hawanê û roketan bersiva artêşa Tirkîyê da.

30 Hezîran 2017 - 10:10
30 Hezîran 2017 - 10:10
 0
Tirkiye bi topên obusan êrîşî çeperên YPGê yên Efrînê kir

Li gor agahîyên ji çavkanîyên Artêşa Sûrîya Azad (ASA) hatine bidestxistin, artêşa Tirkîyê li sînorê Sûrîyê yê Efrînê ketiye rewşa alarmê û bi topên obusan êrîşî çeperên YPGê yên gundewarên Efrînê kir.

Hat ragihandin, bombardimana Efrînê îro li demjimêr 12.40î hatiye destpêkirin ku heta niha nêzîkî 8 top hatine avêtin.

Hat zanîn Tirkiye bi topên obusan êrîşî girê Hişrikê yê girêdayî bajaroka Raco ya Efrînê dike û YPG jî bi topên hawanan û roketan bersiva êrîşê dide.

Çavkanîyên leşkerî yên tirk didin xuyakirin ku topbarana Tirkîyê di çarçoveya rêzikên angajmanê de tê kirin.

Herwiha liv û tevgereke zêde li ser sînorê Tirkiye û Sûrîyê berdewam dike ku tê ragihandin, artêşa Tirkîyê sewqîyata leşkerî li herêmê didomîne.

Ev nûçe bi tevahî 1734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:06:29