Tirkiye ji ber Rojava nikare deriyê sînor ê Xêbûrê bigre

Piştî referandûmê li Duhokê danustandina bazirganiya li gel welatên cîran berdewam dike. Di navbera Başûr û Rojava de 3 derî û di navbera Başûr û Tirkiyê de jî 2 derî hene. Li gor çavakaniyan Tirkiye naxwaze deriyên di navbera Başûr û Rojava de bibin berdêla deriyên Îbrahîm Xelîl û Serzêrê.

2 Cotmeh 2017 - 07:14
2 Cotmeh 2017 - 07:14
 0
Tirkiye ji ber Rojava nikare deriyê sînor ê Xêbûrê bigre

Wekî tê zanîn piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim daxuyaniyên tund dabûn û gotibûn: "Dê rêveberiya Herêma Kurdistanê berdêla vê yekê bidin. Hemwelatî jî tirsiyabûn ku Tirkiye deriyê Îbrahim Xelîl- Xabûre bigre û Tirkiye êdî rê nede petrola Kurdistanê bighe bazarên cîhanê. Lê belê heya niha amajeyek bo girtina deriyan tuneye û çûn û hatin zêdetir bûne.

Lê belê kesekî agahdar ji Rudawê re weha got; "Raste deriyê Xabûrê ji bo Tirkiyê giringe, lê yek ji sedema negirtina deriyan ewe ku, Tirkiye naxwaze deriyên Rojava bibin berdêla deriyên Îbrahîm Xelîl-Xabûrê. Ji ber ku heke bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de geş bike, dê Tirkiye ji du aliyan ve zirarê bibine. Hem dê derbeyê li aboriya xwe bide, hem jî dê bihêle ku Rojava bihêztir bibe.

Ev nûçe bi tevahî 3104 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:06:42