Tirkiye: Kadroyeke YPJ li Eyn Îsayê hat kuştin

Li gorî medyaya Tirkiyê, kadroya YPGê Sîham Mislih ya bi navê "Mizgîn Kobaniyê" tê nasîn li Eyn Îsayê ji aliyê Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) ve hatiye kuştin.

5 Berfanbar 2022 - 05:13
5 Berfanbar 2022 - 05:13
 0
Tirkiye: Kadroyeke YPJ li Eyn Îsayê hat kuştin

Li gor nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) li dijî YPGê operasyoneka taybet kiriye û yek ji berpirsên YPGê yên li Eyn Îsayê, Siham Mislih kuştiye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canjidestana endama Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) û fermandara HSDê Siham Mislih (Mizgîn Kobaniyê) beriya çar mehan ragihandibû.

Di daxuyaniya HSDê de hatibû diyarkirin, fermandara wan Mizgîn Kobanê roja 2ê Tîrmeha 2022an di encama êrîşeke dronî ya Tirkiyê de li Reqayê canê xwe ji dest daye.

Ev nûçe bi tevahî 557 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:53:50