Tirkiye sînorê Fîşxabûr-Sêmalka topbaran dike

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê sînorê Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê topbaran dike û di encamê de sînorê Fîşxabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hate daxistin.

4 Avrêl 2018 - 07:39
4 Avrêl 2018 - 07:39
 0
Tirkiye sînorê Fîşxabûr-Sêmalka topbaran dike

Peyamnêrê Rûdawê li Zaxoyê da xuyakirin, “topxaneya Artêşa Tirkiyê bi giranî sînorê navçeya Zaxoyê topbaran kir û ji ber topbaranê deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate daxistin”.

Berpirsê Mêhwera Rojavayê Dîcleyê, Babekir Zêbarî ji Rûdawê re got, “10 gulleyên topên dûrhavêj li deriyê sînorî yê Fîşxabur/Sêmalka ketine”.

Ev nûçe bi tevahî 1375 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:55:38