Tom Barrack: Serok Trump rêzeke taybet nîşanî gelê Kurd û serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî dide

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack got, " Serokê Amerîkayê Donald Trump rêzeke taybet nîşanî gelê Kurd, Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî dide."

17 Hezîran 2026 - 10:13
17 Hezîran 2026 - 10:13
 0
Tom Barrack: Serok Trump rêzeke taybet nîşanî gelê Kurd û serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî dide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeyeke Amerîkayê kir.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack serokatiya şandeyê dikir.

Di civînê de Nûnerê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê Joshua Harris û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert jî amade bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Tom Barrack daxuyaniyek da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê gotûbêj kir.

Peyama Donald Trump

Mesrûr Barzanî spasiya Amerîkayê kir ku bi berdewamî piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê û hevkariyê dike.

Her wiha wî bal kişand ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên dualî yên di qadên cuda de.

Li aliyê din Tom Barrack pesnê bipêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê da.

Barrack anî zimên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump rêzeke taybet nîşanî gelê Kurd, Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî dide.

Bazirganî û enerjî

Di civînê de girîngiya bipêşxistina pêwendiyên bazirganî yên di navbera Amerîkayê, Îraq û Herêma Kurdistanê de hat nirxandin.

Her du alî li ser wê yekê hev ra bûn ku divê şirketên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di qada enerjiyê de zêdetir bixebitin û beşdar bibin.

Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê piştgirî li hikûmeta nû ya federal a bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî bê kirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev piştgirî ji bo bipêşketina aboriyê û xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyên Îraqê bi awayekî wekhev û bêcudakarî pêwîst e.

Her wiha hat diyarkirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.

Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li ser aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.

Her du aliyan tekez kir ku divê di demeke nêzîk de dawî li xitimîna siyasî bê anîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 43 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:32:37