Trump: Eger Hemas pêbend nebe Îsraîl dê dîsa dest bi êrişan bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, eger Hemas şertên peymana agirbestê bi cih neyîne, dibe ku ew rê bide Îsraîlê ku careke din li Xezeyê dest bi êrişan bike.

16 Cotmeh 2025 - 11:04
16 Cotmeh 2025 - 11:04
 0
Trump: Eger Hemas pêbend nebe Îsraîl dê dîsa dest bi êrişan bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji kanala CNNê re li ser rewşa dawî ya agirbesta li Xezeyê axivî.

Trump  diyar kir ku rewşa derbarê Hemasê dê bi lez were çareserkirin û got:

“Ez bawer dikim ku Hemas dê çekan deyne û eger ev yek çênebe, dibe ku Îsraîl dîsa li Xezeyê dest bi êrişan bike.”

“Ez neçar mam ku wan rawestînim”

Trump li ser pirsa “Eger Hemas danîna çekan red bike dê çi bibe?” got:

“Hema ku ez gotina xwe bibêjim, Îsraîl dê vegere wan kolanan (Xezeyê). Eger Îsraîlê karîbûya bikeve wir û wan tine bike, dê bikira. Ez neçar mam ku wan rawestînim."

Trump tekezî li ser wê yekê kir ku berdana 20 dîlên Îsraîlî gelekî girîng e lê divê Hemas termên dîlên din jî radest bike û pabendiya xwe ya bêçekbûnê bi cih bîne.

Hemasê heta niha ji 28 dîlên mirî yên li Xezeyê, termê 8 kesan radest kirine.

Îsraîlê jî termê 90 Filistîniyên radest kirine.

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:12:33