Trump eşkere kir: Siza li ser du şirketên mezin ên Rûsyayê hatin sepandin

Donald Trump da zanîn ku wan siza li ser du şirketên mezin ên petrolê yên Rûsyayê sepandine.

23 Cotmeh 2025 - 10:04
23 Cotmeh 2025 - 10:04
 0
Trump eşkere kir: Siza li ser du şirketên mezin ên Rûsyayê hatin sepandin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî hevdîtina plankirî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ya li Budapeştê betal kiriye û got:

“Min civîna bi Serok Putin re betal kir çimkî ji min re rast nedihat. Ez ne di wê baweriyê de bûm ku em bigihîjin cihê armanca xwe."

Trump di civîna xwe ya bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re ya li Koşka Spî bersiv da pirsên rojnamegeran.

"Em sizayên gelekî giran li ser Rûsyayê disepînin"

Trump bêhêvîbûna xwe ya ji ber ku Rûsya bi Ukraynayê re li hev nake anî ziman û got ku dê zexta aborî ya li ser Moskowê were zêdekirin.

Trump eşkere kir ku Amerîkayê ji bo du kompanyayên mezin ên petrolê yên Rûsyayê (Rosneft û Lukoil) biryara sizakirinê daye û ev tişt gotin:

"Min hest kir ku êdî dema wê hatiye, ez demeke dirêj rawestiyam. Ev sizayên gelekî giran in. Em hêvî dikin ku ev siza ne demdirêj bin û şer biqede."

"Putin êdî ji bo dan û standinan amade ye"

Trump angaşt kir ku Putin ji bo dan û standinan hazir e û biland:

"Putin hemû tiştên ku li Ukraynayê bi dest xistibûn dixwestin lê niha amade ye biaxive. Em naxwazin ku ew tevî bistîne."

"Bêçekkirina nukleer tiştekî baş e"

Serokê Amerîkayê diyar kir ku di pêwendiya xwe ya dawî ya telefonî ya bi Putin re de mijara çekên nukleer jî ketiye rojevê û anî zimên:

"Putin ji min re behsa kêmkirina aloziyê ya li ser çekên nukleer kir. Ev tiştekî baş e.

Amerîka li cîhanê xwediyê çekên herî zêde yên nukleer e, Rûsya duyem û Çîn sêyem e. Em ji bo dan û standinên li ser vê mijarê vekirî ne."

Mark Rutte: Trump dikare bandorê li ser Putin bike

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte diyar kir ku Trump dikare bandorê li ser Putin bike û got:

"Ez bawer im ku ew dikare wî qani bike ku şer rawestîne. Piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê dê bi biryardarî bidome."

Rutte bal kişand ser wê yekê ku Amerîka careke din tevlî pêvajoya garantiyên ewlehiyê yên ji bo Ukraynayê bûye û teqezî li ser wê yekê kir ku ew di çarçoveya peymanên ewlehiyê de bi Amerîka, Kanada, Japonya, Awistralya û welatên Ewropayê yên pêwendîdar re ji nêzîk ve dixebitin.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:23:02