Nêçîrvan Barzanî: Dema bicihanîna destûra Îraqê hatiye

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di ahenga bangeşeya hilbijartinan a PDKyê got, "Dihok her tim li pişt PDKyê bûye û neyarên wê bêhêvî kirine."

24 Cotmeh 2025 - 10:22
24 Cotmeh 2025 - 10:22
 0
Nêçîrvan Barzanî: Dema bicihanîna destûra Îraqê hatiye

Nêçîrvan Barzanî li Dihokê di merasîma danasîna namzedên PDKyê de axivî.

Alîkarê Serokê PDKyê di gotara xwe de teqezî li ser girîngiya hilbijartinên paşerojê kir û got, "Ev hilbijartin ji bo PDKyê û paşeroja me girîng e û PDK ber bi milyonek dengî ve diçe."

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Rêxistina PDKyê yê Dihokê Serbest Lezgîn jî got, "Cenabê Kak Nêçîrvan Barzanî ew serkirde ye ku karwanê avedaniya Kurdistanê berî çend salan dest pê kiriye û heta niha jî berdewam dike."

Serbest Lezgîn her wiha got, "Şopa destên wî û cihê projeyên wî yên stratejîk diyar in.

Wî Kurdistana me ji qonaxeke dijwar derbasî qonaxeke pir baş kir û wêneyekî Kurdistanê nîşanî navxwe û derve da."

Serbest Lezgîn got, "Îro jî berdewamiya wî karwanî ji aliyê Kak Mesrûr Barzanî ve berdewam dike. Wî gelek xewn di dirêjahiya vê kabîneyê de ku kabîneya nehem e kirin rastî."

“Ev hilbijartin ji bo paşeroja miletê me girîng e”

Alîkarê Serokê PDKyê di gotara xwe de behsa Badînanê kir û got, "Badînan ew çiyayê bilind e ku her tim di hemû nexweşî û zehmetiyan de li pişt PDKyê maye û neyarên PDKyê bêhêvî kirine.

Badînan li gel PDKyê maye û dê bimîne. Dihok û Badînan xweşewîstên me û Serok Barzanî ne.

Ev hilbijartin ji bo PDKyê, ji bo Kurdistanê û ji bo paşeroja miletê me girîng e.

Hûn nûnerên hemû pêkhateyan in û xewn û hêviyên wan dizanin. Hûn kilîda serkeftina PDKyê ne.

Eger PDK bihêz be, Kurdistan bihêz e. PDK bi hebûn û keda we karwanek dest pê kiriye û bi alîkariya Xwedê û piştgiriya we dê berdewam bike.

Madem hûn xwediyên PDKyê ne, PDK dê her bi ser keve."

“Niha qonaxa bicihanîna destûra Îraqê ye”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya gotara xwe jî de got, "Sala 2003yan dema ku rejîma Îraqê rûxiya, PDKyê roleke serekî lîst.

Sala 2005an destûra herdemî ya Îraqê hat nivîsandin û hin mafên me yên girîng di destûrê de hatin bicihkirin.

Ev destkefteke mezin bû ku bi saya PDKyê û bi taybetî bi israra Serok Barzanî, beşeke mezin a mafên Kurdistaniyan di destûra Îraqê de hatin çespandin.

Piştî nivîsandina destûrê, Îraq ket nav şerekî navxweyî û paşê şerê DAIŞê. Qonaxeke nû li Îraqê dest pê kir.

Niha qonaxa bicihanîna destûra herdemî ya Îraqê ye. Bicihanîna destûrê pir girîng e.

Ev pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji ber necihanîna destûrê ne."

“PDK nasnameya doza Kurd û gelê Kurdistanê ye”

Alîkarê Serokê PDKyê di berdewamiyê jî got, "Qonaxa bicihanîna destûra Îraqê, ji qonaxa nivîsandina destûrê girîngtir e.

Ew hêza ku parêzvaniya van destkeftan dike PDK ye.Pêwîst e em roja dengdanê bi hêzeke mezin biçin ser sindoqan.

PDK nasnameya doza Kurd û gelê Kurdistanê ye. PDK sala 1946an wekî hêviyekê ji bo Kurdistan û Kurdayetiyê hat damezrandin.

PDK di serdemekê de hat damezrandin ku Kurd û Kurdistan di rewşeke xirab de bûn û bêhêvî bûn lê PDKyê hêvî da Kurdan.

Encama xebata PDKyê ya di salên 1958 û 1961an de ew bû ku navê Kurdan ket nav destûr û yasayên Îraqê.

PDKyê sala 1961an rêbertiya şoreşa mezin a Kurdan kir.

Sala 1970an destkeftiya ku yekemîn belgeya fermî ya naskirina mafê Kurd û Kurdistanê ye, li ser destê PDKyê pêk hat. Ev şanaziyeke dîrokî ye.

Sala 1991ê, dîsa PDKyê roleke sereke di rêxistin û serxistina raperînê de lîst. Piştî wê jî, her PDK afirînerê sîstema demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê bû."

“Nabe meaş bibe minet”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêkên bi Bexdayê re got, "Dema kar bê kirin, kêmasî jî dê hebin.

Pirsgirêkên me yên bi Bexdayê re jî dê çareser bibin.Nabe meaş bibe minetek ku li ser me yan we bê kirin.

Divê meaşên mûçegirên Herêma Kurdistanê di çarçoveya meaşên Îraqê de bê dayîn. Ez dilxweş im ku gavên baş ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hatine avêtin."

Nêçîrvan Barzanî bangî aligirên PDKyê kir û got, "Werin em bi hev re bi germî û coş biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsteya 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Propagandeyeke aram bikin ku di asta PDKyê de be. Asta xwe neynin xwarê û bersiva gotinên kesî nedin, ji ber ku PDK partiya hisabên biçûk nîne.

PDK wekî dîrok û destkeftiyên xwe mezin e. PDK bi rêbertiya Serok Barzanî dê li ser xebata xwe berdewam be.

Ji bo ku Kurdistaneke me ya bihêz hebe, divê PDK bihêz be."

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:34:55