Trump: Îran bi temamî têk çûye û daxwaza peymanê dike
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke nû de ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê di şer de bi "temamî têk çûye" û niha hewl dide bigihîje peymanekê.

Lê Trump tekez kir ku ew bi vê peymanê razî nabe.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir..
Trump êrişî dezgehên ragihandinê jî kir û got:
"Medyayên nûçeyên sexte ji min nefret dikin gava ku ez qala wê yekê dikim ku Artêşa Amerîkayê çi qasî bi başî li dijî Îranê xebitiye."
Serokê Amerîkayê ducare kir ku Îran "bi temamî têk çûye."
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku Tehran daxwaza peymanekê dike lê wî destnîşan kir, "Ev dê nebe ew peymana ku ez qebûl bikim."
Êrişên li ser Girava Xarkê
Posta dawî ya Trump a beriya vê peyamê daxuyaniyeke dirêj a li ser Girava Xarkê bû.
Serokê Amerîkayê ragihand ku di vê êrişê de hemû armancên leşkerî yên li Girava Xarkê ku navenda herî girîng a stratejîk a Îranê ye, bi temamî hatine wêrankirin.
Trump got, "Çekên me yên herî bihêz û bipêşketî ne ku cîhanê heta niha dîtine."
Şeva dijwar a Kendav û Herêma Kurdistanê
Kendav û herêmê şeveke dijwar derbas kir. Careke din bi dronan êrişî Hewlêrê hatin kirin.
Ew dron ji aliyê pergalên parastinê ve hatin têkbirin.
Hejmara mûşek û dronên ku arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin 300î derbas kir.
Ji Îranê banga 'şerê jêrxanê'
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê bersiva gefên Serokê Amerîkayê da.
Baregehê da zanîn, eger êrişî jêrxana enerjiyê ya welatê wan bê kirin, ew dê hemû wan qadên petrolê yên li herêmê têk bibin ku para Amerîkayê tê de heye.
Supaya Pasdaran a Îranê destpêkirina pêla 48an a operasyona "Soza Rast 4" ragihand.
Artêşê diyar kir ku wan bi hevahengiya bi Hizbulaha Libnanê re gelek armancên li bakurê Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li herêmê bombebaran kirine.
Tehranê bazneya armancên xwe ji bo "şerê jêrxanê" firehtir kir.
Tehranê navê nêzîkî 30 şirketên zexm ên teknolojiya Amerîkayê wekî armancên leşkerî ragihand.
Li Bexda û Îsraîlê êriş
Berpirsekî ewlehiyê yê Îraqî ragihand ku roja şemiyê bi dronan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatiye kirin û dû ji nav komelgeha balyozxaneyê bilind bûye.
Her wiha îro berê sibehê li Bexdaya paytext dengê 2 teqînên bihêz hat bihîstin.
Pişt re gotegota kuştina serkirdeyekî Heşdî Şebiyê li ser torên civakî belav bû.
Hizbulaha Libnanê jî ragihand, wan di berdêla êrişên Îsraîlê yên li Beyrût û bajarokên Libnanê de zincîreyek êriş birine ser baregehên leşkerî yên Îsraîlê.
Her wiha wan cihên kombûna leşkeran ên li navxweyê Îsraîlê û navçeyên sînorî kirine armanc.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:25










































































































































































