HAK-PAR: Em ê Jenosîda Xelepçeyê Ki bîr Nekin
Partiya Maf û Azadiyan - HAK-PAR li derhewa Jenosîda Xelepçeyê daxuyanîyek belav kır.
Jenosîda Helebçeyê, ku 38 sal berê pêk hat û yek ji bûyerên herî trajîk ya dîroka neteweya Kurd e. Ew yek ji bûyerên herî dîyar e ku li ba kurdan hişmendiya neteweyî bilind kir. Ewê careke din ji bo Kurdan zelal kir ku çiqas girîng e ku ew bi xwe, bi awayekî azad xwe birêve bibin.
Ji ber vê yekê, ev roja bi êş, li her deverê welatê me û li her derê ku Kurd lê dijîn wekî ROJA JENOSIYA HELEBÇEYÊ tê bîranîn.
Rejîma Baasê di bin dîktatorê kolonyalîst û faşîst ya Sedam Huseyîn de di 16ê Adara 1988an de bajarê Helebçeyê bi gazên kîmyewî bombebaran kir.
Komkujiya Helepçê berdewamiya operasyonên jenosîda Enfalê bû.
Dii operasyona Enfalê de, 200,000 Kurd hatin kuştin.
Di rojê 16ê Adarê da 7000 Kurd - zarok, pitik, jin, ciwan û pîr ji aliyê balafirên rejîma Baasê ve bi bombeyên kîmyayî hatin kuştin.
Ew roj hat ku Sedam û rejîma wî bi dawî bûn.
Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Amerîkayê êrîşî Iraqê kirin.
Rejîma Baas û artêşa Iraqê, ku di rijandina çemên xwînê li Kurdistanê de jêhatî bûn, zû hatin têkbirin û teslîm bûn.
Seddam û çeteya wî ya xwînxwar, ku reviyabûn û xwe veşartin, paşê hatin girtin û radestî dadgehê hatin kirin.
Hem Fermandar Kîmyewî Elî, ku jenosîda Helebçeyê pêk anî, û hem jî Sedam bi darvekirinê bedela sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê dan.
Kurd hatin azadkirin.
Gelek welat û rêxistinên navneteweyî, di nav de hikûmeta nû ya Iraqê, komkujiya Helebçeyê wekî 'JENOSÎD' nas kirin.
Mîna hemî şehîdan, şehîdên Helebçeyê niha bi aramî di bin ala Kurdistanê de radizên.
Wekî HAK-PAR, em careke din kesên ku raste-rast ev jenosîd pêk anîne û yên ku bi eşkere an nerasterast beşdarî vê sûcê li dijî mirovahiyê bûne şermezar dikin û em kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi dilovanî bi bîr tînin.
Em ê Jenosîda Helebçeyê ji bîr nekin!
Nûvekirina herî dawî: 02:25:31