Trump li ser hevdîtina xwe ya bi Netanyahu re daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Spî civiyan.

12 Sibat 2026 - 11:19
12 Sibat 2026 - 11:19
 0
Trump li ser hevdîtina xwe ya bi Netanyahu re daxuyanî da

Trump piştî civînê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Trump di daxuyaniya xwe de behsa dan û standinên bi Îranê re û rewşa Xezeyê kir.

"Min israr kir ku dan û standin bidomin"

Donald Trump diyar kir ku civîneke "gelekî baş" derbas bûye û wiha got:

"Ti encama teqez nehat bidestxistin, ji bilî ku min israr kir ku dan û standinên bi Îranê re bidomin da ku were dîtin ka peymanek dikare were kirin an na.

Eger bibe, min ji Serokwezîr re got ku ev dê tercîha me be. Eger nebe, em dê neçar bimînin ku bibînin ka dê encam çi be."

Gefa "Çakûçê Nîvê Şevê"

Trump amaje bi bûyerên berê kir û peyameke tund da Îranê:

"Cara borî Îranê biryar da ku peymanê neke û bi 'Çakûçê Nîvê Şevê' (Midnight Hammer) li wan hat xistin.

Ev yek ji bo wan baş nebû. Hêvîdar im vê carê aqilane û bi berpirsyarî tevbigerin."

Serokê Amerîkayê her wiha îdia kir ku li herêmê aştî heye û got:

"Her wiha, me behsa bipêşketinên mezin ên li Xezeyê û herêmê bi giştî kir. Bi rastî li Rojhilata Navîn aştî heye."

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:01