Trump: Şerê bi Îranê re ji bo me tiştekî biçûk e
Donald Trump ragihand ku şerê niha yê bi Îranê re ji bo wan "tiştekî biçûk e" û nepejirand ku wekî şerekî mezin pênase bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Ofîsa Oval a li Koşka Spî parastina Cîgirê xwe J.D. Vance kir ku rojek berê şerê li Îranê wekî "şer" wesif nekiribû.
Trump ji rojnamegeran re got:
"Ez jê re dibêjim nakokiya leşkerî, çimkî ji bo me tiştekî pir biçûk e û ne tiştekî mezin e.
Li Venezuelayê kes ji me nemir, di vî de jî (Îran) 18 kesên me mirin, di demekê de ku li Vietnamê 100 hezar kes û di şerên din de bi deh hezaran kes hatin kuştin."
Kontrola Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê got ku armancên wan ên stratejîk ên di vî şerî de ku heta niha 37,5 milyar dolarî li xezîneya Amerîkayê rûniştiye, pêk hatine û anî ziman:
"Di nava 5 mehan de, me rê li ber wan girt ku bibin xwediyê çekên nukleer.
Heke em neçûna wê derê, niha ne Îsraîl diman û ne jî Rojhilata Navîn; wan dikaribû êrişî bajarên Ewropayê û bajarên me jî bikira."
Trump amaje pê kir ku niha hêzên Amerîkayê "bi tundî" kontrola Tengava Hurmizê kirine û got:
"Me radarên wan têk birin, balafirên wan û ew tiştên ku ji bo parastina tengavê bi kar dianîn, me li wan da.
Şeva borî me gelek belem girtin û keştî her roj bi silametî derbas dibin."
Nûnerên aştiyê ber bi Moskow û Kîevê ve
Li ser şerê Ukraynayê, Trump ragihand ku zavayê wî Jared Kushner û hevalê wî Steve Witkoff ku wekî "du dan û standinkarên mezin" wesif kirin, şandin herêmê.
Li gorî raporan, nûner roja şemiyê li Kremlînê bi Vladimir Putin re û roja yekşemê li Kîevê bi Volodymyr Zelenskyy re dicivin da ku pêşniyareke nû ji bo bidawîanîna şer pêşkêş bikin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bi germî pêşwaziya vê gavê kir û xwest ku di dema serdana nûneran de agirbesteke dualî hebe û da zanîn:
"Ji aliyê me ve ti bombebaranên asmanî nabin û divê Rûsya jî bi heman awayî agirbestê biparêze da ku dan û standin werin kirin."
Ev geşta yekem a fermî ya Kushner û Witkoff e ji bo Kîevê ji dema ku Trump vegeriyaye ser desthilatê.
Li ser tohmetên dawî yên Almanyayê ku Rûsyayê bi hewla êrişa bi dronê ya li ser Balafirgeha Leipzigê tawanbar kiribû, Trump gumanên xwe nîşan dan û got:
"Ez Putin gelekî baş nas dikim û pê re diaxivim; ew naxwaze êrişî axa NATOyê bike."
Trump ducare kir ku divê welatên Ewropayê ew alîkariyên darayî û leşkerî yên ku di dema Joe Biden de hatine dayîn li Amerîkayê vegerînin.
Nûvekirina herî dawî: 14:48:54







































































































































































