Trump û Putin îro dicivin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro dê li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bicivin.

15 Tebax 2025 - 09:42
15 Tebax 2025 - 09:42
 0
Trump û Putin îro dicivin

Civîn dê li Baregeha Esmanî ya Hevpar a Elmendorf-Richardson a di bin banê artêşa Amerîkayê de li bajarê Anchorageyê pêk were.

Ji bo civîna ku tê payîn çend saetan bidome, tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de hatine girtin.

Pêşniyara lîderê Amerîkayê Trump a ji bo hevdîtina 15ê Tebaxê ya li eyaleta Alaskayê ji aliyê Serokê Rûsyayê Putin ve hatibû qebûlkirin.

Her du lîderên ku di dema serokatiya berê ya Trump de cara yekem sala 2017an li Almanyayê hatibûn cem hev, her çend di mijarên wekî Sûriye, Ukrayna û pêwendiyên dualî de li ser hinek xalan li hev kiribûn jî, di hevdîtinên din de zêde encam bi dest nexistibûn.

Hinek lûtkeyên lîderan bi hincetên curbicur hatibûn betalkirin û Putin û Trump hevdîtinên kurt ên li ser piyan kiribûn.

Her du serok dê cara yekem li ser axa Amerîkayê hevdîtinê bikin

Trumpê ku par li Amerîkayê cara duyem wekî serok hat hilbijartin, ji destpêka erka xwe ya di meha kanûna paşîn de heta niha çend caran bi rêya telefonê bi Putin re axivîbû.

Her du lîderan bi rêya Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Trump, Steve Witkoff ê ku car caran serdana Rûsyayê dikir, pêwendiyên xwe domandin.

Piştî ku Witkoff 6ê Tebaxê li Qesra Kremlînê ji aliyê Putin ve hat pêşwazîkirin, hat ragihandin ku her du lîder dê 15ê Tebaxê li bajarê Anchorageyê yê eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bicivin.

Di hevdîtina yekem a her du lîderan de ya li ser axa Amerîkayê, tê payîn ku rêyên çareseriya krîza Ukraynayê, başkirina pêwendiyên Rûsya-Amerîkayê, mijarên stratejîk ên nukleerî û mijarên herêmî bên gotûbêjkirin.

Putin û Trump 3 caran lûtke li dar xistin

Trumpê ku di navbera salên 2017-2021an de serokatiya Amerîkayê kir, yekem lûtkeya xwe ya bi Putin re di çarçoveya Civîna G20an a li bajarê Hamburgê yê Almanyayê di 7ê Tîrmeha 2017an de pêk anî.

Di hevdîtina ku nêzîkî du saetan ajot de, mijarên Sûriye û Ukraynayê, rewşa Nîvgirava Koreyê, têkoşîna li dijî terorê û ewlehiya sîberê hatin gotûbêjkirin.

Ev hevdîtin bi lihevkirina li ser mijarên wekî rawestandina şer li herêma kêmkirina rageşiyê ya li başûrêrojava Sûriyeyê, avakirina kanala pêwendiyê di navbera nûnerên Rûsya û Amerîkayê de ji bo teşwîqkirina çareseriya pirsgirêka Ukraynayê û hêsankirina pêvajoya tayînkirina balyozên her du welatan bi encam bû.

Lûtkeya 2yan a di navbera lîderên Rûsya û Amerîkayê de jî 16ê Tîrmeha 2018an li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê hat lidarxistin.

Di hevdîtina ku zêdetirî du saetan ajot de, girîngiyeke taybet ji bo mijarên pêşxistina pêwendiyên aborî yên her du welatan hat dayîn.

Di lûtkeyê de her wiha mijarên wekî bêçekkirina nukleerî, rewşa Ukraynayê, bêçekkirina Nîvgirava Koreyê ji çekên nukleerî, vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî ya Îranê, Projeya Xeta Boriya Gaza Xwezayî ya "North Stream-2" hatin nirxandin.

Her çend rojeva dualî berfireh bû jî, di lûtkeyê de zêde encam nehatin bidestxistin.

Lûtkeyên li Fransa û Arjantînê hatin betalkirin

Hevdîtina Putin û Trump a ku dihat plankirin di Mijdara 2018an de li Parîsê bê kirin, li ser daxwaza aliyê Fransayê û bi hinceta çalakiyên 100emîn salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem hat betalkirin.

Piştî vê yekê, Trump hevdîtina bi Putin re ya di çarçoveya Lûtkeya G20î de li paytexta Arjantînê Buenos Airesê di Kanûna Pêşîn a 2018an de jî betal kir.

Wekî hincet jî redkirina Rûsyayê ya ji bo berdana keştî û deryavanên Ukraynayî yên ku li Tengava Kerçê girtibûn hat nîşandan.

Lîderên Rûs û Amerîkî, di 28ê Hezîrana 2019an de di Lûtkeya G20î a li bajarê Osakayê yê Japonyayê careke din hatin cem hev.

Lûtkeya ku cara 3yan di navbera Putin û Trump de hat lidarxistin, nêzîkî 1,5 saetan ajot.

Di hevdîtinê de derbarê rewşa Sûriye û Ukraynayê û kontrola çekan de nêrîn hatin guhertin.

Hevdîtinên kurt ên li ser piyan

Lîderên Amerîkî û Rûs ên ku ji bilî lûtkeyan jî dihatin cem hev, 3 caran hevdîtinên kurt ên li ser piyan kirin.

Trump û Putin, 10ê Çiriya Paşîn a 2017an di Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya Pasîfîkê (APEC) de li bajarê Da Nangê yê Vîetnamê li ser piyan hevdîtin kirin.

Ev hevdîtin bi daxuyaniya hevbeş a her du serokan a li ser têkoşîna li dijî terorê ya li Sûriyeyê bi encam bû.

Her du lîderên ku di Çiriya Paşîn a 2018an de li Qesra Elysee ya Fransayê ji bo demeke kurt hatibûn cem hev, di 1ê Kanûna 2018an de li Lûtkeya G20î a li Buenos Airesê careke din li ser piyan hevdîtin kirin.

"Hevdîtin dê bi dema herêmî saet 11:30î dest pê bike"

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuriy Uşakov, li paytext Moskowê ji rojnamegeran re derbarê hûrgiliyên hevdîtina Putin û Trump a ku dê sibe li bajarê Anchorageyê yê eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bê kirin de agahî dan.

Uşakov destnîşan kir ku di pêvajoya amadekariya hevdîtinê de gihiştine qonaxa dawî, di vê pêvajoyê de xebatên dijwar hatine kirin û gelek mijarên teknîkî hatine çareserkirin.

Uşakov ragihand ku lûtke dê li Baregeha Elmendorf–Richardson a li bajarê Anchorageyê bê kirin û bal kişand ser wê yekê ku li nêzîkî baregehê gorên leşkerên Sovyetê hene û ev yek sembolîk e.

Uşakov got, "Hevdîtin, dê sibe bi dema herêmî saet 11:30an (bi dema Moskowê 22:30) dest pê bike. Putin û Trump dê bi beşdariya wergêran rû bi rû bicivin.

Hevdîtin dê bi beşdariya şandeyên her du welatan berdewam bike. Muzakere dê bi taştêya xebatê bidomin."

Şandeya Rûsyayê

Uşakov anî ziman ku di şandeya Rûsyayê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê Andrey Belousov, Wezîrê Darayiyê Anton Siluanov, ew bi xwe û nûnerê taybet ê Putin ê ji bo hevkariya aborî ya navneteweyî Kiril Dmitriyev cih digirin û got ku navên di şandeya Amerîkî de jî hatine diyarkirin.

Uşakov derbarê naveroka lûtkeyê de ev tişt gotin:

"Mijara sereke ya hevdîtinê, çareseriya krîza Ukraynayê ye. Bê guman dê mijarên berfireh ên têkildarî ewlehî û aştiyê, mijarên krîtîk ên navneteweyî û herêmî bên gotûbêjkirin.

Tê payîn ku derbarê pêşxistina hevkariya dualî, di nav de qada bazirganî û aboriyê jî, nêrîn bên guhertin.

Di pêwendiyên dualî de potansiyeleke mezin heye ku mixabin heta niha nehatiye bikaranîn."

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Uşakov lê zêde kir ku Putin û Trump dê piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin û encamên ku bi dest xistine ragihînin.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:44:27