Kî Çima Yekitiyan Naxwazin???

''Êdî bes e dijminatî! em hinekî xwedî li xwe derkevin. Miletê kurd têk çûye, zimanê kurdî nemaye, em hê jî bi hevdu dibilin. Divê êdî em her yek ji me jî muhasebeya xwe bikin. Gelo heta niha min çi kirî ye??? ''

14 Tebax 2025 - 18:03
14 Tebax 2025 - 18:03
 0
Kî Çima Yekitiyan Naxwazin???

Li bakurê Kurdistanê çi dema nêzîkiya partiyên Kurdistanê çê dibe, miheqeq hinên defterên kevn, kêmanî û şaşiyên hin serok û rêberên 50 salan, bêjin û rêz bikin. Da ku ew nêzîkayî têk here, heta niha weha jî bûye.

Loma dibêjim; heger mirov tim reşbîn be û her car tiştên an kêmaniyên 50 sal berê bide ber pozê hevdu, wê li bakurê Kurdistanê qet yekitî û bi hevre karkirina partiyên me pêk neyê. Serok û rêberên nifşê me, yên ku kêmanî nekirine hema hema tune ne. Madem rewş ev e divê em li hev bikin. Wekî din rê tune ye.

Êdî bes e dijminatî! em hinekî xwedî li xwe derkevin. Miletê kurd têk çûye, zimanê kurdî nemaye, em hê jî bi hevdu dibilin. Divê êdî em her yek ji me jî muhasebeya xwe bikin. Gelo heta niha min çi kirî ye???

Divê êdî em ji xwe şerm bikin ku miletekî bi nifûsa xwe weke kurdan bê dewlet nema ne. Bi ser vî halî de jî hê em dijberiya hev dikin. Tu partî û tu kesayetî sedî sed ne weke me re ye. Lê mirov li hin xalan li hevdu dike û têne ba hev. Hatina me ya ba hev, rêya azadî û serxwebûnê ji me re vedike. Loma seredana heyeta PWK ya brêz Kemal Burkay girîng e û divê berdewam be.

Pêwîst e êdî em bi xwe jî bikifirin ku di nava 50 salan de min bi xwe ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe çi kiribû û îro çi dikim. Di nava kar û xebatên 50 salan de min çend kevir daniye ser dîwarê azadiya Kurdistanê. Min di warê abarî, fikrî û ramanî de çi hêz daye tevgera kurdistanî.

Em ê çawa projeya dewletê ku niha pkkDEM bi rêve dibe, rawestînin. Em ê bi çi hêz û qawetê bikaribin li hember vê projeya piştî çek danîna pkk, bi hevre kar bikin da ku milet û zimanê me bi temamî têk nere.

Ji bona vê jî ji dêlva ku em bi hevdure mijûl bibin, li hember vê projeya dewletê û pkkDEM divê em yekitiyeke neteweyî damezrînin. Loma hevgirtina me, bi hevre karkirina partî û rêxistinên me girîng e. Divê kar û xebatên me ji bona vê be. Em hemî di yek keştiyêdene. Binavbûna wê tunebûna me tevan e. Niha ew keştî ava dikşîne, ji dêlva em lê meze bikin û lê binerin, divê hewldan hebe ku em nehêlên keştî bin av bibe.

Heta niha çi xerabî hatibe serê me, ji ber neyekbûn û ji hev belavbûna me ye. Em li pêş çavên hev roj bi roj dihelin, em bûne hestî û çerm ji bona ku em nemirên xwarin lazim e. Ew jî yekitî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî, bi pişrgiriya rewşenbîr û ronakbîrên kurdan dibe.

Êdî bese dijberiyên me ya li hember hev.  Bi salan e ku em tim li dij hev kar dikin. Vê dijberiya me, em kirine kolê lê hê jî em vê dikin. Roj û dem bi me dide zanîn ku divê em destên hev bigirin. Projeyên mezin li ser serê gelê me tê gerandin.

Dagirker û pêgirtên wan bi hevre têdikoşin ku kurdan tune bikin. Divê em ji xwe bipirsin, gelo her yek ji me em çiqasî ji bona ev proje nere serî kar û xebatê dikin???

Heta  ku ji rewşenbîr û ronakbîrên kurdan bê divê ew nerîn û dîtinên ku dê kurd çawa bi hevre kar bikin, binivîsînin û belav bikin. Îro li bakurê Kurdistanê siyaset xetimiye. Di xetimandineke weha de pêwîst e, rewşenbîr û ronakbîrên gelê kurd rol û erka xwe ya neteweyî bîne cih.

 Ew erk jî lihevkirin û bi hevre karkirina partî û rêxistinên Kurdistanî ne. Di her nêzîkiyak wan de divê em bêtir ji bona vê bibin alîkar û piştgir. Divê em bidin zanîn ku ev perojeya niha li ser destê pkkDEM tê meşandin, projeya tunebûna kurdan e.

Pêwîst e ku di şert û mercên îro de em û rêxistinên xwe bi hevre bikevin nava kar û xebatên ji bona yekitiyeke kurdan ya neteweyî. Di bin wê sîwana neteweyî de em ê têbikoşin ku projeya tuenebûna kurdan têk bibin.

Îro ne weke berê ye. Gelek tişt êdî zelal in. Divê em weke kurdên ji welatê xwe hez dikin di nava vê zelaliyê de bibin xwedî hêzeke neteweyî. Loma jî her gavavêtineke ji bona nêzîkayiya partî û rêxistinên me divê em rewşenbîrên vî gelê jî ji wan re bibin palpişt. Lewra seredana heyeta PWK  ya brêz Kemal Burkay gelekî girîng e.

Divê em vê girîngiyê di warê çêker de bi kar bînin da ku sibê em bibin xwedî sîwaneke neteweyî. Rêya vê û destpêka vê jî li gor min ji yekitî an bi hevre damezrandina eniyeke neteweyî ya HAK-PAR û PWK dibe.

Niha ji her demê bêtir pêwîsitiya me ji hev heye. Nakokiyên biçûk û yên berê divê em bidin alîkî da ku bikaribin projeyeke xebatê ya hevbeş bi hevre saz bikin. Heger ev nebe em ê weke milet bi hevre wenda bikin.

Bûbê Eser

 

 

39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:09:20