Turk: Barzani aktorekî giring e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk li Enqereyê civiyan. Turk piştî civînê teqezî li ser giringiya rola Barzanî kir.

27 Sibat 2017 - 05:41
27 Sibat 2017 - 05:41
 0
Turk: Barzani aktorekî giring e

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi heyeteke HDPê ku Ahmet Turk serokatiya wê dike re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh gihiştibû bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê û bi Serkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiyabû.

Hatibû ragihandin ku di hevdîtina Barzanî û Erdogan de vegera Pêşmergeyên Roj, li Iraq û Sûriyeyê têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û mijara petrolê hatine nirxandin. Di 19ê Sabatê de jî Barzanî û Serokwezîr Binali Yildirim li Munihê di Konferansa Ewlehî de hevdîtinek pêk anîbûn.

Herwiha tê pêşbînkirin ku Barzanî îro li Enqereyê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim re bicive.

Berdevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwaziya Ahmet Turk û Sirri Sakik li otela ku lê dimînin kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1574 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:57:19