Wan: Di 2 qezayan de 14 kes birîndar bûn

Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di du qezayên cuda yên trafîkê de 14 kes birîndar bûn.

12 Cotmeh 2023 - 04:25
12 Cotmeh 2023 - 04:25
 0
Wan: Di 2 qezayan de 14 kes birîndar bûn

Şeva borî li Payîzavayê li ser rêya sereke ya Wan-Colemêrgê minûbûsek ji rê derket û qulibî û 9 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her 9 birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyê din, li taxa Xoşabê ya navçeya Payîzavayê jî otomobîlek û barhilgirek li hev qeilibîn.

Di wê bûyerê de jî 5 kesên di otomobîl û barhilgirê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Ev nûçe bi tevahî 704 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:21:57