Weysî: Pêşmergeyên Rojava di demeke nêzîk de derbas dibin

Fermandarê Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî radigihîne, çûna Pêşmergeyên Rojava ji bo Kurdistana Sûriyê nêzîk bûye.

16 Sibat 2017 - 10:19
16 Sibat 2017 - 10:19
 0

Ezîz weysî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nêzîk bûye û dê çûna wan bi riya Hevpeymaniya Navdewletî be.

Ezîz Weysî anî ziman, ku pêwîst e PKK rê bide Pêşmergeyên Rojava yên ku niha ser bi ENKSê ve ne, da ku berevaniyê li welatê xwe bikin, ji ber ku ew ji xelkê Rojava ne û divê berevaniyê li xaka xwe bikin.

Weysî amaje bi wê yekê kir ku, hêza Pêşmergeyên Rojava hêzeke professional e û ezmûneke wan ya mezin ligel Hevpmaniya Navdewletî di şer de heye.

Fermandarê Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî got: “Hevpeymaniya Navdewletî nahêle dîktetoriya ku PKK li Rojavayê Kurdistanê dike bimîne, ji ber ku Rojava bûye metirsiyek ku Tirkiyê derbasî bibe û şerek di navbera wan de derkeve.”

Herwiha Weysî got jî, Tirkiye beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî û NATOyê û Pêşmergeyên Rojava jî dê di bin serpiriştiyariya Hevpeymaniya Navdewletî de derbas bibin û Tirkiyê jî dê alîkar be.

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DAIŞê dike.

Ev nûçe bi tevahî 3906 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:47:04