Xebatên projeya Bendava Xinisê ya Duhokê gihîştiye qonaxa dawî

Projeya çêkirina Bendava Xinisê jı sedî 98 temam bûye û dê di demeke nêz de proje were temamkirin.

20 Îlon 2022 - 05:18
20 Îlon 2022 - 05:18
 0
Xebatên projeya Bendava Xinisê ya Duhokê gihîştiye qonaxa dawî

Xebatên projeya çêkirina Bendava Xinisê ya li parêzgeha Duhokê didomin û proje gihîştiye qonaxa dawî.

Roja 15ê Îlona 2022yan, malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû: “Bi mebesta girîngîdana warê avê li parêzgeha Duhokê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, ji bo temamkirina projeya Bendava Xinisê, 9 milyar û 218 milyon Dînar terxan kir.”

Bendava Xinisê duyem bendava herî mezin a li parêzgeha Duhokê dibe û salane şiyana wê ya embarkirina heft milyon metre sêca av heye, bi temamkirina vê projeyê, beşeke mezin a pêwîstiya ava parêzgeha Duhokê tê dabînkirin.

Bendava Xinis li ser rêya Gumil a li sînorê navçeya Şêxan tê avakirin, bilindahiya bendavê 145 metre ye, paniya wê 35 metre ye û şiyana wê ya embarkirina heft milyon metre sêca av heye.

Ev nûçe bi tevahî 314 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:04:57