Xwedîlêderketin pêl bi pêl mezin dibe: 'Leyla Zana rûmeta gelê me ye'
Gelek kes û saziyan bertek nîşanî wan heqaret û çêran (dijûn, siqêf, xeber) da ku di maça Somaspor-Bursasporê de li dijî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatibûn kirin.

Di maça futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên Bursasporê bi dirûşman heqaret û dijûn li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin.
Ev yek di nav sazî û parlamenteran de jî bû sedema bertekan.
Parlamenterên AK Partiyê yên Amedê Suna Kepolu Ataman û Galîp Ensarioglu û Parlamenterê CHPyê yê Qersê Înan Akgun Alp, Serokwekîla Parlamentoya Tirkiyeyê Pervîn Buldan, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu, Hevberdevka HDKyê Meral Daniş Beştaş, Baroya Amedê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan û wan ev êriş şermezar kir.
"Ji sînorê îxanetê wêdetir e"
Suna Kepolu Atamanê diyar kir ku hedefgirtina parlamentereke berê ya ku pêwendiya wê bi futbolê re nîne û nemerdî ye.
Suna Kepolu Atamanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got, "Dema ev welat hewl dide ji belayekê rizgar bibe, amûrên cuda dikevin dewrê. Bi taybetî jî terora trîbunan.
Di maçeke futbolê de, rûbirûbûna parlamentereke berê ya ku eleqeya wê bi futbolê re nîne bi gotinên nemirovî re, ji sînorê nemerdî û îxaneta li welêt gelekî wêdetir e.
Ez wan tezahuratên nemerdî û xwediyên wan bi tundî şermezar dikim ku di bin navê qaşo welatperweriyê de, armanca wan têkdana hizûra me û Tirkiyeya bêteror e.”
"Zemîna ku hêzên tarî bi kar tînin"
Galîp Ensarioglu jî bal kişand ser wê yekê ku bûyer zererê dide yekîtiya civakî û bihevrabûnê.
Ensarioglu destnîşan kir ku ev cure gotin "neteweperestiyê" xwedî dikin û got:
"Pêwîst e her kes ji tevger û gotinên cihêkar ên ku li dijî ruhê yekgirtî yê werzişê ne, bi baldarî dûr bisekine.
Di vê pêvajoyê de ez bangî hemû welatiyên me dikim ku li hemberî provokasyonan bi aqlê selîm tevbigerin, hay ji xwe hebin û nebin amûrên van hewldanan."
"Êrişa nijadperest û sûcê nefretê"
Înan Akgun Alp jî bûyer wekî "êrişa nijadperest" û "sûcê nefretê" pênase kir û bangî rayedaran kir ku bilez bikevin dewrê.
Înan Akgun Alp berteka xwe wiha anî zimên, “Ev sûcên nefretê yên ku siyê dixin ser hêza yekgirtî ya sporê di heman demê de provokasyon in.
Ez bangî rayedaran dikim ku derbarê kesên ev êrişa nijadperest pêk aniye û yên çavê xwe lê girtiye, demildest tişta pêwîst bikin û bikevin dewrê."
"Rûmeta mirov ji her tiştî pêştir e"
Serokwekîla Parlamentoyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldanê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşan da û got:
"Ne futbol û ne jî nirx bi dijûn û heqaretan nayên parastin. Em vî zimanê li dijî Leyla Zanayê red dikin.
Divê spor ne dijminatiyê, rêzê biafirîne. Rûmeta mirov ji her tiştî pêştir e."
"Leyla Zana rûmeta gelê me ye"
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser nasnameya xwe ya parêzeriyê:
"Wekî serokê berê yê Baroya Amedê ku parêzeriya Leyla Zanayê kiriye, ez bi eşkereyî dibêjim, Leyla Zana rûmeta gelê me ye.
Wekî Parlamenterê CHPyê yê Amedê jî ez vê dibêjim, li hemberî her cure nijadperestî û gotinên we yên nefretê, em dê ji bo parastina aştî û dostaniyê li Tirkiyeyê têkoşîna xwe bidomînin."
"TFF û birêvebiriya Bursasporê erka xwe nakin"
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku ev bûyer encama polîtîkayên "bêcezahîştinê" ne û got:
"Dijûnên li Leyla Zanayê hatine kirin, encama polîtîkayên bêcezahîştinê ne ku heta îro li dijî jinan û Kurdan tên meşandin.
Li stadyumeke ku dijûn li jin û Kurdan tên kirin, sûcê yê birêvebirên ku bêdeng dimînin e.
Birêvebiriya TFF û Bursasporê erka xwe nake. Em bangî birêvebiriya TFF û Bursasporê dikin ku erka xwe bikin.
Yên ku çavê xwe li nijadperestî û sûcê nefretê digirin jî bi qasî kujeran sûcdar in. Divê qadên sporê bibin qada jiyana hevbeş, ne ya nefret û nijadperestiyê."
"Torosên Spî"
Baroya Amedê, daxuyaniya Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ya ku ew jî endamê wê ye parve kir û bal kişand ser pankartên "Torosên Spî" yên ku sembola kuştinên faîlên wan ne diyar ên salên 90î ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Derbarê pankartên Torosên Spî yên ku di maça Bursaspor-Somasporê de hatin vekirin û sloganên li dijî Leyla Zanayê, em dê ne bi nefretê, bi aştiyê bijîn. Leyla Zana ne bi tenê ye."
“Êriş li dijî nasnameya Kurdan û jinan e”
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bûyer wekî êrişeke li ser nasnameya Kurdan û jinan pênase kir û got:
"Pankartên 'Torosên Spî' yên di maça Bursaspor-Somasporê de hatin vekirin û heqaretên nijadperest ên li dijî siyasetmedara Kurd Birêz Leyla Zanayê nayên qebûlkirin.
Em kesên ku ew slogan berz kirine şermezar dikin.
Tezahuratên li trîbunan di şexsê Birêz Zanayê de li dijî nasnameya Kurd û jinan e.
Wekî ÎHD em didin zanîn ku em li cem Birêz Leyla Zanayê ne û bangî rayedaran dikin ku derbarê dijûn û heqaretên li trîbunan de lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin."
Nûvekirina herî dawî: 11:56:15







































































































































































