Xwepêşanderên Iraqê hejmarek binkeyên Heşdî Şeibî şewitandin!

Xwepêşanderên Iraqê hejmarek binke û baregehên milîsên Heşdî Şeibî şewitandin.

6 Cotmeh 2019 - 06:22
6 Cotmeh 2019 - 06:22
 0
Xwepêşanderên Iraqê hejmarek binkeyên Heşdî Şeibî şewitandin!

Efserê polîsê lezgîn ê Zîqarê Mihemed Cemîl ji ajansa Anadolu re ragehand, derengê şeva borî 05.10.2019ê xwepêşanderên bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê ye binkeyên Partiya Komînîst a Iraqê û aliyên şîe yên Fezîle, Partiya Dewa û Tevgera Hîkme û ofîsa Xalîd Esedî yê parlamenterê Partiya Dewa şewitandin.

Herwaha ragehand, derveyî binkeyên partiyan xwepêşanderan binkeyên milîsên Bedir, Esayîb Ehl El Heq û Seraya Xorasanê yên li Nasiriyê şewitandin.

Helmeta şewitandina binkeyan ji aliyê xwepêşanderan ve kanal televîzyona Ehwar jî girt navxwe û ew jî şewitandin.

Ev nûçe bi tevahî 1259 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:45:26