Em jikaravêtina mamosteyên Kurd şermezar dikin
helwest û êrîşa dijî mamosteyên Kurd rûreş dikin û piştgirîya xwe bo wan eşkere dikin

Li Diyarbekirê 21 mamosteyên Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyeyê ve ji kar hatin avêtin. Ji bo vê tu hincetêk jî nehat diyar kirin.
Em vê helwesta neheq û bêhiqûqî bi tûndî şermezar dikin.
Helbetejikaravêtina 21 mamosteyên Kurd zilm û neheqîyaewilnîne.
Di van çar salên dawî da bi hezaranmamoste û karmend ji kar hatine avêtin û piranîya wan di rewşeke pir xedar da jîyana xwe didomînin.
Ev demekedirêj e ku jikaravêtin wek pergalekedewletê tê bikaranîn.
Armanc di nav welatperweran de xurtkirina tirsê û belav kirina bêkarîyê ye, cezakirina gelê Kurd e. Divê dagirker bizanibin ku miletê me bi vantehdîdan dev ji doza xwe ya rewabernade.
Em carek din helwest û êrîşa dijî mamosteyên Kurd rûreş dikin û piştgirîya xwe bo wan eşkere dikin.
Divê demek zûtirmamosteyên ji kar hatineavêtinvegerin ser kare xwe.
02.12.2021
Tevgera Demokratik a Kurdistan(TDK-TEVGER)
Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)
Partiya Demokrata Kurdistan(PDK-BAKUR)
PÊLKURD
Partiya Sosyalîst a Kurdistan(PSK)
Nûvekirina herî dawî: 02:04:46