2 polîsên Îranê hatin kuştin

Li bajarê Bempûrê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê di êrişa li ser hêzên ewlehiyê de 2 polîs mirin û polîsek jî birîndar bû.

5 Cotmeh 2026 - 10:40
5 Cotmeh 2026 - 10:40
 0
2 polîsên Îranê hatin kuştin

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, li Bempûrê dema ku polîs li ser dewriyeyê bûn ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve gule li wan hatine reşandin.

Di vê gulebarînê de 2 polîs mirine û polîsek jî birîndar bûye.

Hêzên Ewlehiyê yên Îranê ragihand ku ji bo desteserkirina êrişkaran li herêmê dest bi operasyonên berfireh hatiye kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 66 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:08:34